• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi balyozê Iraqê li Brîtanya re civiya

Gulan Media April 20, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi balyozê Iraqê li Brîtanya re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi balyozê Iraqê li Brîtanya re civiya.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku niha li Brîtanya ye, îşev bi balyozê Iraqê li Brîtanya, Mihemed Ceifer Sedir re civiya.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû û girîngiya çareserkirina bingehîn ya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hat axaftin.

 

 

Basnews

Top