Peyama pîrozbahiyê ya Mesrûr Barzanî bi boneya Çarşema Sor
Serokwezîr hêviya bexteweriyê bo Êzidiyan dixwaze
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta hatina cejna sersala Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevaya xwişk û birayên ola Êzdiyan kir û hêvî xwest, cejna îsal di xweşiyê de derbas bikin.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi helkefta hatina sersala Êzidiyan (çarşema serê Nîsanê) germtirîn pîrozbahiyan li tevaya xuşik û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im di keş û seqayeke aştî û tenahî û xweşiyê de vê cejnê biborînin.
Bi pêdivî dizanim, di vê helkeftê de careke din jî, xwişk û birayên Êzidî piştrast bikim, ku em wekû herdem dê di berdewam bin li ser piştevaniya maf û daxwaziyên wan û li berahiya hemûyan dirêjîdan bi bizavên me ligel hikûmeta federal û civaka navdewletî, bo asayîkirina rewşa Şingalê û navçeyên derdorên wê, bi rêka derketina hêzên çekdar yên ne yasayî, ku bûne egerê gefê li ser asayîş û seqamgîriya wê navçeyê û bi wê sedemê ew dever heta niha nehatiye avedankirin û aware neşiyayine bi serbilindî bizîvirin ser wargehên xwe.
Sersala we pîroz be û hêvîdar im her tim di xweşî û aşitiyê de bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
