• Monday, 16 February 2026
logo

Parlementerên PDK û YNKê ji civîna parlementoyê der ketin

Gulan Media September 4, 2018 Nûçe
Parlementerên PDK û YNKê ji civîna parlementoyê der ketin
Duh parlementoya Îraqê piştî çar mehan ji hilbijartinan yekemîn civîna xwe lidar xist.

Di civîna han de yaku biryar bû bo sond xwarina parlementeran û destnîşan kirina Serokê demkî yê Parlementoyê be, jiber çend kêşe û arîşeyan, rastî aloziyan han û hin aliyên Îraqî yên ser bi Îranê weke Muqteda Sedir û Hadî Amerî jî li gor xwe mezintirîn hevpeymaniya nava parlementoyê ava kirin û ragihandin ku lazime Serokê Parlementoyê navek ji bo vê hevpeymaniyê destnîşan bike.

Di çarçoveya aloziyên nava parlementoya Îraqê de parlementerên partiya demokrata Kurdistanê û yên Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê piştî sond xwarinê ji parlementoyê der ketin.
Top