Ceyş El-Îslam li Efrînê du Kurdên Êzdî girt
Li gor wan jêderan, girûpa Ceyş El-îslam, li roja Îna bihûrî, herdû welatiyên kurd Ebdo Hemkê û Behrî Hemkê ji nav malên wan li gundê Turidê yê ku li nêzîkî bajarê Efrînê dikeve, bi merema standina Fidiyê(peran) revandine û berên wan dane cihekî nenas.
Wan jêderan diyarkirin ku herdû welatiyên navsal, ên ku birayên hev in, rastî êşkenceyeke mezin tên, û çekdar têkliyê li nik kesûkarên wan re dikin da ku fidiyê bidin.
Li gor agahiyan, çekdaran berî bi du rojan ji revandina wan, dest danîne ser du tiraktoran, erebeyeke ji cureya Van û motoreke dexustina elektirîkê û herwisa komek ji peran jî malên wan dizîne.
Di demeke berê de, xwîşka wan Fatme Hemkê, li gundê Qitmê yê navçeya Şeran ji aliyê malbateke ereb ya ku ji gundewarê şamê hatibû koçkirin, hatiye kuştin. Ango wê malbatê bombeyek avêtibûn hundirê mala wan û di encamê wê jiyan ji dest da.
Tê bibêrxistin ku girûpa Ceyş El-îslam û malbatên wan, piştî dagîrkirina devera Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, ji gundewarên Şamê hatin derxistin û li Efrînê hatin bicîkirin û di dema niha de, ew girûp hewil dide ku hin baregehên leşkerî lê ava bike.
Basnews
