Li Şingalê şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de rûda
Li komelgeha Dugirê ya ser bi nahiya Sinûnê ya li sînorê navçeya Şingalê şer di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de li bakurê çiyayê Şingalê rûda û hejmarek serbazên artêşa Iraqê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin revandin.
Peyamnêrê K24ê ragihand, şer beriya demeke kin rûda û bi dijwarî û bi çekên cuda artêşa Iraqê û çekdarên PKKê rûbirûyî hev bûn.
Jêderek ji nava komelgehê jî ji K24ê re eşkere kir, hejmarek serbazên artêşa Iraqê bi otomobîla xwe ji aliyê çekdarên PKKê ve ji nava komelgehê hatin revandin.
Derbarê sedema şer de jî eşkere kir, serbazên artêşa Iraqê dixwestin rêbendek li ser rêya sereke ya wê komelgehê deynin, lê belê çekdarên PKKê rê nedan û bi çekan rûbirûyî wan bûn, di encamê de artêşa Iraqê jî bersiva wan da û şer hîn jî bi dijwarî berdewam e.
Peyamnêrê me li ser ziyanên ji ber şer ragihand, ji ber berdewamiya şer û aloziya rewşa ewlehiyê, hîn ti zanyariyek derbarê ziyanan de nayê zanîn.
K24
