Li Dûbaî perdeya li ser yaqûtê herî mezin hat rakirin
Kevirê herî mezin ê yaqûtî li Dûbaî ji perdeyê hat derxistin. Navê "Birca Kavir” li kevir hatiye danîn û kompanyaya SJ ya ku karê elmas û zêran dike ew dîtiye.
Rêveberê SJê Parrick Belati got, "Ev kevirekî yaqûtî ye ku ji Tanzanya hatiye anîn û giraniya wê 2 kîlo û 800 gram e. Nehatiye germkirin, yanî destkarî lê nehatiye kirin, xwezayî ye, lewma gelekî hêja ye."
Hat diyarkirin, ya kevir balkêştir dike, rêngê wê yê kesk û pembeya kal e.
Tê payîn ku nirxê wê bigihêje nêzî 120 milyon dolarên Amerîkî.
Rêvebera SJê her wiha anî ziman, "Em ê bi şêwaza eşkere derxin firotinê lê di nava 30 rojên pêş de em dê kevir bibin cihên cuda yên Dûbaiyê ku her kes bibîne, ji ber ku girîng e nîşan bidin ku kevir bi rastî jî heye."
Kompanyaya Christie jî, ji 26ê Adarê heta 29ê Adarê cara yekemîn li Dûbaiyê elmaseke mezin a bi navê "The Rock" nîşan da û dê di meha Gulanê de bi şêwaza eşkere derxin firotinê û tê payîn ku nirxê wê bigihêje 30 milyon dolarên Amerîkî.
Rudaw
