• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî naveroka hevdîtinên xwe yên li Londonê eşkere kir

Gulan Media April 19, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî naveroka hevdîtinên xwe yên li Londonê eşkere kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê û bi serdaneke fermî gihîşte Londona paytexta Brîtanyayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser armanca serdana xwe û mijarên ku dê di hevdîtinan de gotûbêj bikin, twîtek belav kir.

Di twîta xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Min vê hefteyê serdana Brîtanyayê kir ji bo dîtina rêya bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û veberhênana navbera herdu aliyan.”

Herwiha destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê û Brîtanya di pêwendiya dostane ya demdirêj de bi hev ve girêdayî ne.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di warên rûbirûbûna terorê, piştevaniya aware û penaber û pêkanîna aştî û pêşketina zêdetir bo hemû Iraqê de alîkariya hev dikin.”

 

K24

Top