• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Sêrtê nexşandina kundiran

Gulan Media April 18, 2022 Corane
Li Sêrtê nexşandina kundiran

Kundir pêkhateyeke xwarinên cûda ye û li seranserê Kurdistanê tê çandin. Kundir ji bilî xwarinê di aliyên cûda de tên bikaranîn, weke fêrkirina zarokan di avjeniyê de û di serdemên kevin de weke qelûna avê dihat bikaranîn. Niha hejmareke jinên parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê li ser van kundiran nexş dikin û odeyên xwe dixemilînin.

Jinên Parêzgeha Sêrtê li Navenda Alîkariya Malbatê kombûne û kundirên avê yên ku berê zarokan bo fêrbûna avjeniyê bikardianîn, dinexşînin û dikin aksesuwarê malê.

Rêvebera Navenda Alîkariya Malbatê Nurten Temiz got “Li Navenda Alîkariya Malbatê qursên me yê ziman,karê dirûn, nexş û hunera destan hene. Em di vê qursa xwe ya hunera destan de kundirên avê dinexşînin. Em eşyayên wek akseswarê malê bêne bikaranên jê çêdikin.”

20 Jin beşdarî vê dewra perwerdeya hunera destan bûne. Ew van berhemên xwe online difroşin û ev bo wan dibe jêdereke dahatê. Di dawiya dersê de ew dîplomaya vî karî jî distînin.

Mamostaya Hunera Desta Nurcan Gul “Ez hostaya vî karî me, li vir mamostayî yê dikim. Min qursa nexşandina kundirên avê vekiriye û jin tên fêr dibin. Berê nexşadina kundirê avê tinebû, berê wek çemçik, sênîkê dihat bikaranîn. Niha em gelek tiştan jî çêdikin û difroşin.”

Ew van kundirên ku nava wan vala ye û hişk in dibirin, dinexşînin û dikin ronahiyên şevê, guldan, tas û her wiha gelek pêdiviyê malê jê çêdikin, ku quncikeke malê pê tê xemilandin.

 

 

Rudaw

Top