Li Afrîqa Başûr lehî rabû – Herî kêm 443 kes mirin
Li Afrîqa Başûr bi sedan kes ji ber lehiyê canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî wenda ne.
Ev çend roj in baranek tund li rojhilatê Afrîqa Başûr bi taybet li eyaleta Kawzulu-Natal dibare, ji ber wê jî lehî rabûye û li gelek cihan jî heyelan çêbûye.
Li gorî amarên fermî, heta niha 443 kesan canê xwe ji dest dane û 63 kes jî wenda ne.
Zêdetirî 4 hezar avahî û xanî bi temamî wêran bûne û zêdetirî 13500 xanî û avahî jî ziyan dîtine.
Basnews
