• Monday, 16 February 2026
logo

Şaxewan Ebdullah: Bila vê carê serokomarê Iraqê kurdekî Kerkûkî be

Gulan Media September 4, 2018 Nûçe
Şaxewan Ebdullah: Bila vê carê serokomarê Iraqê kurdekî Kerkûkî be
Parlamenterekî berê yê PDKê li parlmaentoya Iraqê dibêje, bila vê carê serokomarê Iraqê kurdekî xelkê deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê da ku bikaribe derdên wan deveran derman bike.

Di nav hikûmeta Iraqê de heta niha kursiya serokomariya Iraqê pişka kurdan bûye û serokomar jî ji aliyê YNKê ve hatiye destnîşankirin. Lê PDK dibêje, vê carê divê endamekî PDKê bibe serokomarê Iraqê.

Li ser vê mijarê, parlamenterê berê yê PDKê li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, ku xelkê Kerkûkê ye, ji BasNewsê re got, serokomar divê kesekî aktîf be û bikaribe xwedan helwest be di parastina mafên gelê Kurdistanê de.

Şaxewan Ebdullah her wiha got, eger serokomar endamê PDKê be ji ber ku berpirs û wezîrên PDKê yên li nav hikûmeta Iraqê de girêdayî fermanên Serok Barzanî ne, Serok Barzanî di xema mafên netewî yên gelê Kurdistanê de ye.

Wî parlamenterê berê yê PDKê daxwaz kir ku serokomarê Iraqê kurdekî xelkê deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê be û got, bila vê carê serokomar kesekî Kerkûkî, Mexmûrî yan jî Xurmatûyî be çimkî eger serokomar ji wan deveran be wê çaxê dikare derdên xelkê wan deveran derman bike.

Basnews
Top