Komîsyon dema propagandaya hilbijartinan diyar kir
Reveberê Giştî yê Datayan li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Karwan Celal ji Rûdawê re ragihand: “Roja Çarşemê (05-09-2018) partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikarin dest bi bangaşeya hilbijartinên xula pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê bikin.”
Karwan Celal da xuyakirin, ku hemû alî û namzedên ku beşdarî hilbijartinan dibin dikarin poster û dirûşmên xwe li wan cihên ku komîsyonê destûr daye, hilavêsin.
Ji bo beşdarbûna hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Kurdistanê 31 lîste û û hevpeymanî hatine pesendkirin û van lîsteyan jî bi giştî 709 berbijêr destnîşan kirine. Pêkhateya tirkmen, mesîhî û ermenan jî 64 berbijêr destnîşan kirine.
Li gorî biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan, dema propagandaya hilbijartinê 23 roj in heta roja 28ê Îlonê berdewam dibe.
Li Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî hene; 100 kursî ji bo giştî, 5 kursî ji bo pêkhateya Tirkman, 5 kursî yên Kildan, Siryan û Aşûriyan e û kursiyek jî ji Ermenan e.
Hejmara namzedên aliyên sereke yên hilbijartinan jî wiha ye:
- Partiya Demokrata Kurdistanê: 100 namzed.
- Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê: 100 namzed.
- Lîsteya Tevgera Goran: 100 namzed.
- Lîsteya Serdem: 100 namzed.
- Ber bi Îslahê (Yekgirtû û Tevgera Îslamî): 61 namzed.
- Lîsta Tevgera Nifşên Nû: 50 namzed.
- Lîsta Azadî: 43 namzed
- Komela Îslamî ya Kurdistanê: 40 namzed.
Biryare roja 30ê Îlona îsal hilbijartinên xula pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve biçin. Heta niha jî di nav beşek ji aliyên siyasî û kûlîsan de behsa paşxistina hilbijartinan tê kirin. Lê komîsyon dibêje heta niha jî ti partiyekê bi fermî daxwaza paşxistinê nekiriye.
Rudaw
