• Monday, 16 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî kongreya 8an ya yekîtiya jinên Kurdistanê hat lidar xistin

Gulan Media September 4, 2018 Nûçe
Bi amadebûna Serok Barzanî kongreya 8an ya yekîtiya jinên Kurdistanê hat lidar xistin
Duh li Hewlêrê bi çavdêrî û amadebûna Serok Barzanî, Kongreya 8an yaYekîtiya Jinên Kurdistanê bi nav nîşana (Niştiman) û bi diroşma (Şiyana jinê civaka pêşketî) hat lidarxistin.

Berî destpêkirina kongreyê, Serok Barzanî pêşangehekî fotografî û karê destî ku beşek ji çanda Kurdewarî bû û hîmayek bû bo kar û çalakiyên yekîtiya jinan vekir.

Pişt re Sekretera yekîtiya jinên Kurdistanê Doktore Viyan Silêman bi navê rêxistinê û endamên kongreyê, bi xêrhatina Serok Barzanî kir û balkişande ser palpiştiya Serok Barzanî ya ji bo karê rêxistinî û pirsên jinan û spasî helwestên Serok Barzanî kir.

Pişt re çend gotar û peyv derbarê rol û çalakiyên yekîtiya jinên Kurdistan êdi nava qonaxên curbicur yên bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de hatin pêşkêşkirin.
Top