• Monday, 16 February 2026
logo

Şandeke Belcîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Gulan Media September 3, 2018 Nûçe
Şandeke Belcîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Şandeke parlamentoya Belcîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel berpirsên kantona Cezîrê civîn pêk anîn.



Şanda Belcîkayê ji aliyê Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cezîrê Ebdulkerîm Omar ve hat pêşwazîkirin.



Li gorî daxuyaniya şandê ji Rûdaw re, di wê serdanê de ew dê rewşa Rojavayê Kurdistanê binirxînin û li wan guhdarî bikin. Herwiha şanda Belcîkî tekez kir, ku ew dê piştgiriya herêmên Rojavayê Kurdistanê bikin û dosyeya malbatên DAIŞî bi raydarên Rêveberiya Xweser re çareser bikin.



Ew şand ji parlamenterê Belcîkayê Georges Dallemagne, Berpirse Saziya Qurbaniyên Êrîşên Terorîstî ya Ewropayê Philippe Vansteenkiste û çend rojnamevanên belcîkî pêk tê.



Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Perlamentoya Belcîkayê, Georges Dallemagne derbarê serdana bo Rojavayê Kurdistanê û armanca wê serdanê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji min re pir girîng e ku îro ez li vir bim, ku danûstandinê bi hikûmeta Rojava re bikin, û em bizanin ka rewş çawa ye, û em dengê wan bigihînin Ewropayê û ji wan re bêjin, ku şer li vir bi dawî nehatiye, tevî ku hikûmet û şervanên vir, DAIŞ li Reqayê şikandin, ji ber wê diyalog û danûstandin girîng e, emê binêrin çawa piştgiriya wan bikin, herwiha emê rewşa malbatên cîhadiyan jî bizanin li vir û dosyaya wan çareser bikin.”

Rudaw
Top