Ano Cewher şewitandina Qurana pîroz ji aliyê siyasetmedarekî Denmarkî ve şermezar kir
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê û Nûnerê Pêkhateya Kildan û Aşûriyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, “Azadî nayê wateya ku kesek bêrêzî li hember bira û hevtayê xwe yê di mirovatiyê de bike.”
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher li hejmara xwe tora civakî “Facebook” ragihand, “Azadî nayê wateya ku kesek bêrêzî li hember bira û hevtayê xwe yê di mirovatiyê de bike. Ez wek xiristiyanekî dema min di nûçeyê de xwend ku siyasetmedarekî li Swêdê Qurana pîroz şewitandiye, ez pir êşiyam.”
Ano Cewher tekez kir: “Belê, ez êşiyam, wek ku çawa dema DAIŞê Incîlên pîroz li dêrên me yên kevnar li Mûsilê û Deşta Nînewayê şewitandin û malên Xwedê yên pîroz wêran kirin.
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê da zanîn: “Ji ber vê yekê min li Parlemantoyê li ser Incîleke ku ji aliyê DAIŞê ve li hatiye şewitandin sûnd xwar ku ez ê her dem li dijî teror û tundiyê bim.
Destnîşan kir jî, “Ti ola teror û tundî nine, hemû ol xwedî nasnameyeke mirovî ya gerdûnî ne û divê her dem rêz li wan bê girtin.”
Ev peyama Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher piştî wê yekê tê, pêr roja Pêncşemê, Serokê Partiya Danîmarkî "Hardline" Rasmus Paludan pirtûkeke Qurana Pîroz li bajarê Linkoping, li başûrê Swêdê şewitandibû.
K24
