• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê

Gulan Media April 17, 2022 Nûçe
Serok Barzanî: Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyan, biratî, tebayî û aramiyê û rîşekêşbûna hizra teror û tundrewiyê”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

Bi boneya hatina cejna Qiyamê yê Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî xwişk û birayên Kirîstiyanî li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyan, biratî, tebayî û aramiyê û rîşekêşbûna hizra teror û tundrewiyê, herwiha xwişk û birayên Kirîstiyanî û tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên din li Iraq û herêm bi aştî û azadî bi hev re bijîn.

 

 

K24

Top