Tirkmenên Kerkûkê hêzeke 600 çekdarî pêk anîn
Ji bilî ku hêza nû li Kerkûkê hatiye perwerdekirin, sê fewcên din ên Tirkmenan di refên Heşda Şeibî de hene û weke mafê xwe dibînin ku ji bo parastina Tirkmenan hêza wan a zêdetir jî hebe.
Berdevkê Partiya Tirkmenelî, Elî Muftî ji Rûdawê re ragihand: “Ev beriya 16ê Cotmehê daxwaza Tirkmenan bû, weke ku dizanin Heşda Tirkmenî li derveyî Kerkûkê ne û ew hêza ku behsa wê jî dikin ser bi kompaniyeke taybet e û karê wan parastina baregehên Bereya Tirkmenî ye li sînorê parêzgeha Kerkûkê.”
Pêkanîna hêzeke hevbeş a ewlehiyê ji bo parastina Kerkûkê, berî 16ê Cotmehê daxwaza Tirkmenan bû, lê belê niha li dijî vegera Pêşmerge û asayiş in, ji bilî hêzên Iraqî û hêzên Tirkmenî bi hebûna ti hêzeke din li Kerkûkê, razî nabin.
Serokê Partiya Netewî ya Tirkmenan Samî Necat dibêje: “Iraq wisa bûye ku hemû netewe pêwîstî bi hêzeke taybet a xwe heye, daku xwe biparêzin, lewma daxwaza me ew e ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarê me bin daku hêza me ya zêdetir jî hebe û em xwe biparêzin û dibe ku di siberojê de em bikarin deverên xwe jî biparêzin.”
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li dijî zêdekirina hêzên wê parêzgehê ye û pêşniyar dike ku li şûna avakirina hêza taybet a neteweyê, hewl bidin di nav hêzên fermî yên ewlehiyê de pişkên neteweyan werin diyarkirin.
Cîgirê Berpirsê Melbenda 2 ya YNKê Cemal Şikur dibêje: “Her hêzeke ku li derveyî hêzên fermî yên ewlehiyê werin avakirin, dê bibin hêzên milîs, hêzên bi vî rengî xizmeta şirîkatiyê nakin, lewma ji bo me wisa baş e ku hemû netewe û pêkhate di nav refên hêzên fermî yên hikûmeta Iraqê de cihê xwe bigrin.”
Li Kerkûkê ji bilî artêş, Dije-terora Iraqê û polîsê federalî, zêdetirî 22 seraye û fewcên Heşda Şeibî baregeh û hêzên wan hene û herwiha Erebên Sunî yên li deverên sînorê Kerkûkê jî zêdetirî du lîwa, sê fewcên wan ên Heşda Sunî hene.
Rudaw
