• Tuesday, 24 February 2026
logo

Dayîka şehîdekî: Kurê min ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin

Gulan Media April 17, 2022 Nûçe
Dayîka şehîdekî: Kurê min ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin

Dayika 2 şervan û şehîdekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêje, Ciwanên Şoreşger kurê wê yê 12 salî revandine, bi rêya Rûdawê bang li tevgera Ciwanên Şoreşger dike ku kurê wê vegerînin.

Qedriye Reşîd Îbrahîm, Dayika zarokê 12 salî Ezîz Hesen Dada ku bi Dilo tê naskirin, ji bajarê Til Rifet yê Şehbayê ji Rûdawê re got, roja 28ê Adara 2022ya borî, ciwanên şoreşger kurê wê Ezîz ji bo leşkeriyê birine û niha kurê wê li Cizîrê ye.

Dayika Ezîz dibêje, berê kurê wê yê bi navê Mihemed di nav YPGê de şehîd bûye û niha jî 2 kurên wê di nav YPGê de ne.

Qedriye Reşîd Îbrahîm ku ji Til Rifetê bi beşdarî bultena Rûdawê bû, got: “Kurê min 12 salî ye. Ji kar xwe vegeriya hat malê, min jê pirsî tu birçî yî, wî got na û saet derdora 18.30 derket. Piştre me ti agahî jê wernegirt. Em pênc caran çûn bav hevalan (mebesta wê hêzên asayişê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve ne), me ji wan pirsî kurê min wenda ye, wan jî got ne li ba wan e.”

Bi gotina Qedriye Reşîd Îbrahîm, kurê wê ji bo leşkeriyê birine Cizîra Rojavayê Kurdistanê û wê wêneyên kurê xwe yê bi cilûbergên leşkerî dîtiye.

Qedriye Reşîd Îbrahîm herwiha got: “Kurekî min şehîd e, du kurên min di nav wan de ne ku yek birîndar e. Slavên min ji Mazlûm Kobanî re hene û ez dixwazim kurê min vegerînin. Ez têne daxwaza vegera kurê xwe dikim.”

 

Rudaw

Top