Serok Barzanî pêşwazî li cîgirê serokê parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li cîgirê serokê parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah kir.
Parlementerê PDKê û cîgirê serokê parlementoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah li ser facebooka xwe ragehandiye, Serok Barzanî îro li Pîrmam pêşwazî li wî kir.
Şaxewan Ebdullah daye zanîn jî, di civînê de behsa çend mijarên girîng li ser rewşa Iraq, Kurdistan û PDKê û Kerkûkê hatin axaftin.
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê daye xuyakirin, Serok Barzanî mîna her car dîsa têkestî li ser xizmetkirin û çareserkirin û çêkirina rewşa Kerkûkê kir.
Basnews
