• Tuesday, 24 February 2026
logo

Duhok bû destexwişka bajarê Gainesville yê Amerîkayê

Gulan Media April 16, 2022 Nûçe
Duhok bû destexwişka bajarê Gainesville yê Amerîkayê

Şanda Parêzgeha Duhokê bi serokatiya Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana bajarê Gainesville yê Amerîkayê kir û ligel encûmena bajêr civiyan.

Di destpêka civînê de ji bo rêzgirtina li şehîdên zilmlêkirî yên jenosîda Kurdistanê xulekek rawestiyan, piştre Serokê Şaredariya Gainesville kêfxweşiya xwe bi destexwişkiya navbera herdu bajaran nîşan da.

Di hevdîtinê de Parêzgarê Duhokê dîrok, erdnîgarî, jîngeha parêzgeha Duhokê û sektorên cuda pêşkêş kir, piştre spasiya welatiyan û berpirsên bajarê Gainesville kir ji bo rêkeftina destexwişkiya navbera herdu bajaran.

Herdu aliyan di warên çandinî, tendirustî û perwerdehiya bilind de pêşveçûna pêwendiyên navbera herdu bajaran gotûbêj kirin û di siberojê de li ser vê mijiarê bixebitin.

Top