Di bûyereke trafîkê de 11 kesan canê xwe ji dest dan
Şeva borî li parêzgeha Babilê ya Iraqê di encama qezaya du otomobîlan de 11 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
16ê Nîsanê roja Şemiyê Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê ragihand, li parêzgeha Babilê, li ser rêya Bexda-Hileyê li navçeya Tûnisê du otomobîl li hev qelibîne û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.
Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê diyar kir ku qeza ji ber lêza zêde û bê hayadarbûna şofêran rû daye.
K24
