• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kurd di navbera 2 hevpeymaniyan de xwe yekalî dikin

Gulan Media September 3, 2018 Nûçe
Kurd di navbera 2 hevpeymaniyan de xwe yekalî dikin
Biryar e îro parlemantoya Iraqê yekem civînên xwe bike. Duhî jî hejmarek ji aliyên Iraqî komên xwe yên parlemantoyê ragihandin û tê çaverêkiin komên din jî werin ragihandin, lê ta niha yekalî nebûye ku ka Kurd dê li nava kîjan komê de bin.

Peyamnêrê Kurdistanê li Bexdayê da zanîn, biryar e îro yekem rûniştina parlemantoya Iraqê di xula xwe ya çarem de birêve biçe û di rûniştinê de parlemanter sûnd bixwin.

Ev di demekê de ye, duhî her yek ji Muqteda Sedir, Heyder Ebadî, Eyad Elawî, Emar Hekîm di civînekê de mezintirîn koma xwe ragihandin.

Li gor destûra Iraqê, pêwîst e di yekem rûniştina parlemantoya Iraqê de, Serokê Parlemanto û du cîgirên wî bêne hilbijartin û herwiha mezintirîn koma parlemantoyê jî diyar bibe, ta ku pêkanîna hikûmetê bê were spartin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî si konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Bîna” mezintirîn koma parlemantoyê dibe û hikûmeta nû jî pêk tîne.

Bîna navê hevpeymaniya di navbera Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî û Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî ye.

Hevdem, Serokê Tevgera Eta Falih Feyaz got, tê çaverêkirin Kurd biçin nava hevpeymaniya wî ya nû, ku wî duhî hevpeymaniya Niwat wek mezintirîn koma parlemantoyê ragihand.

K24
Top