Beşek ji Sunnî û Şîeyan "mezintirîn fraksyon" ragihandin
Hevpeymaniya Saîrûn, Hevpeymaniya Nesir, Bizava Hikme û Hevpeymaniya Weteniye tevî çend aliyên din ragihandin, ku îro gihîştine rêkevtinê û mezintirîn fraksyona nava parlamentoya Iraqê pêk anîne.
Li gorî belgenameyekê ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistiye, Hevpeymaniya Qerar a Iraqî, Bizava Hikme, Hevpeymaniya Nesir, Hevpeymaniya Saîrûn, Hevpeymaniya Weteniye, Eniya Tirkmenî, Biyareq El Xêyr û çend kesatiyên ji pêkhateyên Krîstiyan û Êzidî û Saibî, mezintirîn fraksyona parlamentoyê pêk anîne.
Li gorî vê belgenameyê, Usame Nucêyfî serokê Hevpeymaniya Qerar a Iraqî, Emar Hekîm serokê Bizava Hikme, Heyder Ebadî Serokê Lîsta Hevpeymaniya Nesir, Hesen Ebdullah Ebadî El Aqolî Serokê Lîsta Hevpeymaniya Saîrûn, Eyad Ellawî Serokê Hevpeymaniya Weteniye, Erşed Salihî Berpirsê Eniya Tirkmenî, Mihemed Osman El Xalidî ji Biyareq El Xêyr û çend aliyên din rêkevtina jibo pêkanîna mezintirîn fraksyona parlamentoyê îmze kirine.
Ragihandina fraksyona mezin ji aliyê wan hevpeymanî û aliyên siyasî yên Iraqê ve di demekê de ye, ku ti hêz û partiyên Kurdî têde beşdar nebûne.
Li gorî yasayên Iraqê, serokomarê Iraqê divê ji kesê destnîşankirî yê ji aliyê mezintirîn fraksyona nava parlamentoyê jibo serokwezîriyê û pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.
Biryar e sibe Duşemî 3ê Îlonê parlamentoya Iraqê yekemîn civîna xwe ya xûla çarem saz bike.
Rudaw
