Di navbera cîhadiyên Tirkiyeyê de şer derket
Di şerê de ku li bajareke Kurdistanê çê bûye kuştî û birîndar hene.
Li gor zaniyariyên ji Rojavayê Kurdistanê îro pêncşem di navbera du komên cîhadî yê Tirkiyeyê de yên ku bajarê Serê Kanî ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine, pevçûn derketiye.
Di encama pevçûnê de ku hîn jî sedema derketina vê nayaê zanîn ji her du koman kuştî û birîndar hene.
Ev şerê han yaku li ser rêya Serê Kanî çê bûye, berfire bûye û gehêştiye du gundên derdorê Serê Kanî jî.
Rudaw
