• Tuesday, 24 February 2026
logo

Altan Tan bi hinceta 'propagandaya PKKê' hat cezakirin

Gulan Media April 15, 2022 Nûçe
Altan Tan bi hinceta 'propagandaya PKKê' hat cezakirin

 Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ragihand ku bi hinceta ku di bernameyeke CNN Turkê de “propagandaya PKKê kiriye" cezayê girtinê lê hatiye birîn.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku bi tohmeta “propagandaya PKKê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtigehê li wî hatiye birîn.

Altan Tan dibêje:  “21emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê di encama provokasyon û heqaretên Hulki Cevîzoglu yên di bernameya Ahmet Hakan a CNN Turkê de doz hatibû vekirin û ji ber propagandaya PKKê salek û 3 meh cezaya girtîgehê li min birî.”

Tan herwiha da zanî ku ew ceza nehate paşxistin.

 

Rudaw

Top