Mithat Sancar: Armanca me ji %15ê jortir e
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand, armanca wan ew e li parlamentoyê hêzeke demokrasiyê ya berfireh çê be, ku ti desthilatek nikaribe ji bilî wê hêzê tiştekî bike.
Mithat Sancar, di bernameyeke televîzyonî de li ser rojeva Tirkiyê û hilbijartinê axivî. Sancar got, “Kompanyayên rapirsiyê rêjeya dengê HDPê di navbera %11-13 de eşkere dikin. Kompanyayên ku em jê bawer in dibêjin dengê HDPê ber bi ser %15ê ve diçin.”
Sancar dibêje, armanca wan ew e li parlamentoyê hêzeke demokrasiyê ya berfireh çê be, ku ti desthilatek nikaribe ji bilî wê hêzê tiştekî bike.
Sancar got: “Eger 600 parlamenter hebin, bila piranî bi Tifaqa Demokrasiyê pêk bê. Armanca me ya deng di ser %15 re ye. Me ji xwe re %15 wek bend û armanca danî.”
Sancar herwiha derbarê egera girtina HDPê de got: “Em dê ji bo HDP neyê girtin hemû hewlekê bidin, lê me xwe ji hemû egeran re amade kiriye.”
Rudaw
