• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li 6 bajaran operasyona 'Newrozê': Bi dehan kes hatin desteserkirin

Gulan Media April 15, 2022 Nûçe
Li 6 bajaran operasyona 'Newrozê': Bi dehan kes hatin desteserkirin

Li Bakurê Kurdistanê îro Înê 15ê Nîsana 2022an operasyoneke berfireh ji bo desteserkirina 105 kesan hatiye destpêkirin û li gor agahiyên destpêkê bi dehan kes hatine destesekirin.

Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi hinceta ku di pîrozbahiyên Newrozê de dirûşmên ku dilsoziya xwe bi PKK'ê û rêberê wê Abdullah Ocalan re berz kirine, alên qedexekirî bilind kirine û li dijî polîsan li ber xwe dane, hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xist, operasyon 6 bajaran li xwe digre û di serdagirtina malan de heta niha bi dehan kes hatine desteserkirin. Di nava wan de rojnamevan jî hene.

Bi giştî derbarê 105 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di nava kesên desteserkirî de Xwediyê Îmtiyaza Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen jî heye.

 

Rudaw

Top