• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civîneke çapemeniyê saz kirin

Gulan Media September 2, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civîneke çapemeniyê saz kirin
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku heta niha ti aliyekê ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxwazeke fermî pêşkeşî wan nekiriye. Serokê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Berhem Salih jî da xuyakirin ku ew beşdarî hilbijartinan nabin.

Şandeke PDKê îro li Hewlêrê, bi armanca gotûbêjkirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê serdana Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî kir.

Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, piştî serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê serdana Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî jî kir û li gel serokê vê tevgerê Berhem Salih hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civîneke çapemeniyê saz kirin û bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Serokwezîr Barzanî ji bo vê pêşwaziyê spasiya Sekreterê Giştî yê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî kir û got: “Me di vê serdanê de li ser du mijaran gotûbêj kir. Yek ji wan hilbijartinên Kurdistanê bû û herwiha mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bû. Hem weke hemû aliyên Kurdistanî hemnêrîn in ku bi yekrêzî herin Bexdayê.”

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de Barzanî da xuyakirin, ku heta niha ti aliyekî bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye û ti biryareke paşxistinê jî nîne.

Nêçîrvan Barzanî got: “PDKê bi serê xwe biryara hilbijartinan nedaye. YNK jî di nav hikûmetê de ye û herdu aliyan bi hev re biryar dane. Ev hilbijartin di berjewendiya hemû Kurdistanê de ye. Meseleyeke nûkirina hikûmetê, parlamentoyê û herwiha demokrasiyê ye.”

Barzanî destnîşan kir, ku projeyeke hevbeş a PDK û YNKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê heye û diyar kir, ku ji bo li ser vê projeyê gotûbêj were kirin ew li gel hemû aliyan danûstandinan dikin.

Berhem Salih jî got: “Li Bexdayê pêwîstiya Kurdan bi yekrêzî û yekhelwestiyê heye li ser bingeha parastina mafên neteweyî yên gelê me. Ev erkeke nîştîmanî ye.”

Berhem Salih da zanîn, ku ew endamê Komîsyonba Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyên Herêma Kurdistanê ne û biryara partiya xwe jî wiha anî ziman:

“Wek Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî me biryar daye beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nebin. Em hêvîdar in ev prose serkeftî be, ji ber ku Kurdistan zêdetir li hember vê rewşê berevaniyê nake.”

Berhem Salih tekez kir, ku ji bo serokomariya Iraqê ew nabe berbijêrê ti aliyekê û herwiha diyar kir, ku ne wî ne jî hevpeymaniyê li ser vê mijarê ti gavek neavêtine.

Waar.tv
Top