• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sezai Temelli “nakokiyên Tirkiyê û Amerika ji ber dijayetîya Kurdaye”

Gulan Media September 2, 2018 Nûçe
Sezai Temelli “nakokiyên Tirkiyê û Amerika ji ber dijayetîya Kurdaye”
Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Sezai Temelli ji bo tevli mitinga 1 ê ilonê bibe hat Amedê. Temelli pirsên WAARê yên li ser tekiliyên Tirkiyê yê û Amerika bersivand.
Temelli li ser mijara tekiliyên Tirkiye yê û Amerika got: “Tirkiyê û Amerika Di demên dawiyê de hinek nakokîyan dijin. Ev nakokî ne weke tên ditin û parvekirine, ne girêdayî mudaxaleyî hêzên ji derveyî welête. Rekeftina F-35 çêdikin, têkiliyên pentagonê başin, li Surî bi hevre rekeftina dikin, bes di navbera wan de hêrsdarîye ke heye. Belê mijarên hersdarîyê hene, lê ev ne hêrsdarîyên li hemberî gelên Surî û Tirkiyê yêne, ev hêrsdarîyên kesên li Tirkiye yê berjevendiyên wan hene ne. Ev kiryar li hemberî gelên Surîyê ku xwe bi xwe rêvdibin û mafên gelên Tirkiye yê ne. Di vê mirov vê ya baş bixwine. İro taybet li Surî meseleya İdlibê meseleyeke giringe. Buyerên li İdlibê bi qewimin wê tesirê li ser têkilîyan bike. Tekiliyên Tirkiyê û Amerika, yên Rûsya û Amerika û yên Tirkiyê û Rûsya.
Tirkiye li vê derê ji bo ji qeyranê tesira herî kêm bistine politikayên gelek qirêj dimeşine. Ji ber vê him têkiliyên Rûsya him jî yên Amerika wiha xeter dibin. Belê ev politikayên q,rêj taybet ji bo Kurdên Surî pêşve neçin tên meşandin. Gelên Surî pewistiya aşitiyê heye, pewistiya gelê Kurd jî heye. Ji bo Tirkiye pêşbikeve û politikayên baş di vê li İran, İraq, Surî û Tirkiyê yê bi Kurdan re li hev bike. Tirkiye vê ya neke têkiliyên wan wê wiha berdewamben. Di vê Tirkiyê demildest dest jî van politikayên şaş berde. Di vê em desturê nedin ku ne Amrika ne j3i tu dewletên din mudaxaleyî mafên gelên herêmê bike.
Ji aliyê din ve Temelli li ser aborîya Tirkiyê yê jî got:”Ev hêrsdarî demkî ne divê em li têkilyên leşkerî binêrin. Revebirina têkiliyên leşkerî ne weke tên ditin hêrsdarî berdewam nake. Meseleya Dolarî ne bi mudaxaleyî rexistinên derve hatiye vê astê. Meseleya dolari encama kiryarên ew kesên aboriya Tirkiyê yê anine vê astêye. Eger Tirkiyê xwe rast neke emê hêj gelek qeyrane ke xiraptir ji bibinin.”

Waar.tv
Top