• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsekî Îranî: Ebadî ji bo serokwezîriyê namzedê çarem yan pêncem e

Gulan Media September 2, 2018 Nûçe
Berpirsekî Îranî: Ebadî ji bo serokwezîriyê namzedê çarem yan pêncem e
Berpirsekî Îranî ragihand ku serokwezîrê niha yê Iraqê Heyder Ebadî, weke çarem an jî pêncem kes e ji bo dubare wergirtina posta serokwezîriya Iraqê û dibêje, şansê Ebadî tine ye ku cardin bibe serokwezîr.



Sekreterê Giştî yê Odeya Bazirganiya Hevbeş a Îran û Iraqê Seyd Hemîd Huseynî di derbarê helwesta Serokwezîrê Iraqê ya li hemberî dorpêçên Amerîkayê de bo ser Îranê dibêje: “Ji ber ku Ebadî ber bi rojên dawî yên posta xwe ya serokwezîriya Iraqê hatiye, nikare helwesta xwe ya şexsî, weke helwesta fermî ya hikûmeta Iraqê bide naskirin. Piştî wê helwesta Ebadî, Berdevkê fermî yê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ragihand ku wan biryar daye ku li gel Îranê di pevguhertina bazirganiyê de dolarê Amerîkî bikar neyînin. Ev bûye sedema balkêşiyê, ji ber ku ti car bi fermî li gel Iraqê danûstandinên me bi dolaran nebûye.”




Sekreterê Giştî yê Odeya Bazirganiya Hevbeş a Îran û Iraqê Seyd Hemîd Huseynî



Seyd Hemîd Huseynî diyar kir ku ew bawer nake careke din şansê Heyder Ebadî hebe ku posta Serokwezîriya Iraqê werbigre û got: “Daxuyaniyên Ebadî peywendî bi lîstikên dawî yên hilbijartinên Iraqê heye û wisa xuya ye Ebadî ku şansekî wî yê wisa tine ye û weke kesê çarem yan pêncem ji bo wergirtina posta serokwezîriyê tê dîtin, bi lembeya kesk a Amerîkayê dixwaze serdema xwe ya duyem misoger bike û daxuyaniyên wî jî ji bo razîkirina wan in.”



Piştî sepandina cezayan ji aliyê Amerîkayê ve bi ser Îranê de, Heyder Ebadî ragihand, dibe ku Iraq neçar bibe ku pabendî cezayên Amerîkayê yên ser Îranê be. Daxuyaniya Ebadî nerazîbûneke mezin li aliyê rayedarên Îranê çêkir û reaksiyoneke tund li navxweyiya Îranê derket holê.

Rudaw
Top