• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ciwanekî kurd dibe balyozê rêxistinekî Netewên Yekbûyî

Gulan Media April 13, 2022 Corane
Ciwanekî kurd dibe balyozê rêxistinekî Netewên Yekbûyî

Dîlan Şêx Selah Berzincî yê çalakvanekî kurdê Kerkûkê bû balyoz û endam li rêxistinekî ser bi Netewên Yekbûyî.

Dîlan Şêx Selah di daxuyaniyekî de ji BasNewsê re ragehand ku bûye endamê rêxistina Hevpeymaniya Mirovî ku rêxistinekî navnetewî ya Swêd e û dibêje wê rêxistinê nûnertiyên wê li 190 welatên cîhanê heye û armanca wê di bin sîvana Netewên Yekbûyî de ji bo wekhewî û qahîm kirina mafê mirov û damezrandina aştiyê ye û ji bo wê tekoşînê dide. Çalakiyên wê jî zêdetir çêkirina form û konferansên cîhanî ye.

Çalakvanê kurd amaje bi wê yekê jî dike ku di demekî nêzîk de kar û çalakiyên wan di sektora ciwan û mafên mirovan de li çarçoveya dewre û perwerde û form û konferansên cîhanî dê destpê bikin û keyfxweşe ku ew derfet bo wî çêbû bi rêya wê rêxistina cîhanî ve xizmetê bigehîne civaka Kurdistanê.

 

Basnews

Top