• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çar partiyên Kurdî daxwaza hilbijartinan dikin

Gulan Media September 1, 2018 Nûçe
Çar partiyên Kurdî daxwaza hilbijartinan dikin
çar aliyên nerazî jî dixwazin hilbijartin di dema xwe de were kirin
Çar partiyên Kurdistanî yên ku bi çar aliyên nerazî tên nasîn, dohê pêncşem li Silêmanî civîneke hevbeş lidar xistin û piştî civînê jî daxuyaniyeke hevbeş bo raya giştî weşandin.

Di vê daxuyaniya han de ev her çar aliyên Kurdistanî (Goran, komel û yekgirtûya îslamî û hevpeymaniya ji bo demokrasî û dadweriyê) eşkere kirine ku lazime hilbijartinên Kurdistanê di dema diyar kirî de (30 Îlonê) werin kirin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de ev her çar alî eşkere kirine ku lazime hilbijartin şefaf û azad bin.

Top