Bi razemendiya Mesrûr Barzanî projeya ava vexwarinê li Çemçemalê tê cibicîkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî ji bo cibicîkirina projeya ava Guptepe – Çemçemal û xerckirina zêdetir ji 70 milyon Dolar ji bo wê projeyê nîşan da.
Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah nivîsek arateyî Wezareta Darayî kir ku tê de hatibû, razemendî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin, ji bo xerckirina 70 milyon û 45 hezar Dolar ji projeya ava Guptepe – Çemçemalê re.
Ji aliyekê xwe ve, Qeymeqamê Qezaya Çemçemalê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva daxwazên wê qezayê yên cibicîkirina projeya avê Guptepe – Çemçemal daye, ev jî dibe sedema çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li wê qezayê.
Qezaya Çemçemalê ji heft nahiyan pêk tê, pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê li heye û beşek ji taxên nahiyan di hefteyê de tenê carekê ava vexwarinê digihe wan. Bi cibicîkirina vê projeyê re, dawî li wê prisgirêka kêmbûna avê tê.
K24
