Eşîretên Nînowa: Ti hêzek li deşta Nînowa bê agahiya Hewlêrê dê neyê ava kirin!
Îro 01.09.2018ê berdevkê eşîretên ereb ên parêzgeha Nînowa Şêx Muzahîm El Hiwêt ji BasNewsê re ragehand, nerazîbûnên eşîretên xwe yên li dijî pêkanîna her hêzekê li navçeyên gehandine Amerîkayê.
Şêx Muzahîm El Hiwêt ragehand, her hêzek li navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê bê razîbûna hikûmeta herêma Kurdistanê bê ava kirin, ew milis in û armanca ava kirina wê hêzê bo alozî û têkdanê ye.
Berdevkê eşîretên erebên parêzgeha Nînowa got, Amerîka li hember nerazîbûna wan ragehandiye ku, li navçeyên Kurdistanê ti hêzek dê bê razîbûna hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê ava nebe û eger ava jî bibe, dê wek hêzeke milîs pênase bikin.
Berî naha hejmarek kesayetên navçeyên cuda yên Mûsilê niyeta xwe ya bo ava kirina hêzeke wek milîsên Heşdî Şeibî ragehandibûn.
Basnews
