Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya ji bo UNRWAyê da
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser navê Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Em heyfa xwe li wê biryara Amerîkayê ya ku hemû alîkariyên malî yên dida UNRWAya li herêmê ji bo îstiqrarê hewl dida û di xizmeta penaberên Filistînî da bû, da sekinandin, tînin.”
Dujarric destnîşan kir NY ji ber alîkarên ku Amerîkayê bi salane ji bo UNRWAyê dida kêfxweş bû û ragihand ku Guterres jî ji nûnerên vê ajansê bawer dike.
Di daxuyaniyê da Dujarric diyar kir ku Dîrektorê Giştî yê UNRWAyê Pierre Krahenbuhl ji bo bi qeyrana darayî ya rû bi rû man ra biçe serî gelek hewl dide û tewdîran hildide.
Waar.tv
