• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ukrayna amarên dawî yên şer belav kir

Gulan Media April 12, 2022 Nûçe
Ukrayna amarên dawî yên şer belav kir

Zêdetir ji 19 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin.

Ev 47 roje şerê navbera Rûsye û Ukraynayê berdewame û duhê bişev wezareta berevanî ya Ukraynayê amarên dawî yên taybet bi şerê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Ukraynayê heta niha bi giştî 19 hezar û 600 leşkerên Rûsî hatine kuştin.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku artêşa Ukraynayê rixmî ku kariye li gelek deveran pêşiya artêşa Rûsye bigire hevdem Rûsye neçar kiriye paşve vekêşe û heta niha 157 balefirên şer û 140 kopterên Rûsî jî hatine xistin.

 

K24

Top