Rûsya gefê li Swêd û Fînlandayê dixwe
Li ser egera berfirehbûna NATO li rojhilatê Ewropayê, Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov hişyarî dide welatên Swêd û Fînlandayê û dibêje, daxwaza wan welatan a li ser tevlîbûna NATOyê, xizmeta seqamgîriya Ewropayê nake.
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov ragihand, Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîk (NATO) weke alaveke şerfiroşiyê tê bikaranîn.
Ev gotinên Dmitri Peskov di demekê de ne ku rayedarên serbazî yên Amerîkî û Ewropî ragihandibûn, êrîşkirina ser Ukraynayê xeletiyeke mezin bû ku Rûsyayê encam da.
Ajansa AFP li ser vê mijarê ragihand, rayedarên Amerîkayê gotine, daxwaza Swêd û Fînlandayê ya ji bo endambûna wan a li NATOyê di meha Hezîrana bê de dê were pêşkêşkirin.
Herwiha diyar kiriye, Washington piştgirî li zêdebûna daxwazan bo tevlîbûna NATOyê dike, ku heta niha hejmara endamên NATO gihîştiye 32 endaman.
AFP destnîşan dike, NATO bi berfirehbûnê ve mijûl e, êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê wisa kiriye kiye ku hêzeke mezin a piştevaniyê bo rojhilatê Ewropayê were kirin û piştevaniya Swêd û Fînlandayê were kirin.
Fînlanda bi dirêjiya 1340 kîlometre hevsînorê Rûsyayê ye û li ser şerê Ukraynayê nîgeran e.
K24
