• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî: Dadgeha federal ya Iraqê piroseya siyasî xitimand

Gulan Media April 11, 2022 Nûçe
Hoşyar Zêbarî: Dadgeha federal ya Iraqê piroseya siyasî xitimand

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî dibêje, dadgeha federal ya Iraqê piroseya siyasî li Iraqê xitimandiye.

Hoşyar Zêbarî li ser twîttera xwe gotiye, piroseya siyasî li Iraqê beriya wê biryara dadgeha federal ya Iraqê normal li ser rêça Destûrê dimeşiya.

Zêbarî, ku kandîdê PDKê bo serkomariya Iraqê bû û namzediya wî roja 6 Sibatê ji aliyê dadgeha federal ve hat redkirin, amaje bi wê biryarê kiriye û gotiye, dadgeha federal bi wê biryarê bi enqest piroseya siyasî li Iraqê xitimand.

 

Basnews

Top