• Tuesday, 24 February 2026
logo

Lîza Kakeyî: Dahata mehane ya Silêmaniyê 150 milyar dînar e û tê dizîn!

Gulan Media April 11, 2022 Nûçe
Lîza Kakeyî: Dahata mehane ya Silêmaniyê 150 milyar dînar e û tê dizîn!

 Endameka komîsyona darayî li parlementoya Kurdistanê dibêje, dahata mehane ya Silêmanî bi temamî tê dizîn.

Parlementera Kurdistanê û endama komîsyona darayî, Lîza Felekedîn Kakeyî ji BasNewsê re got, bo mûçeyê meha Sibata îsal, ji 488 milyon dolarê dahata neftê 209 milyon dolar bo Silêmaniyê hatiye şandin.

Lîza Kakeyî her wiha got, lê mixabin li şûna ku wî diravî bidin xelkê, didizin!

Wê endama komîsyona darayî da zanîn jî, dahata mehane ya Silêmaniyê 150 milyar dînar e lê bi temamî tê dizîn.

 

 

Basnews

Top