• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê rêya bazirganiya PKK digre

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Hikûmeta Iraqê rêya bazirganiya PKK digre
Fermandeyekî pêşmerge li Şingalê ragehand ku, hikûmeta Iraqê li Şingalê fişareke mezin xistiye ser PKK(YBŞ) û rêya bazirganî di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê de giritye, ev yeke bûye sedema nemana rêyên bazirganî yên PKK ji Şingalê bo derve.

Fermandeyê pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand ku, pêngava yekem a hikûmeta Iraqê li Şingalê girtina deriyê sînorî di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê bû, êdî PKK û grubên wê nikarin bi asanî hatinûçûnê bikin û wergirtina gumrikê jî ji dest çû, ev yeke nîşana wê yekê dide ku, pêwendiyên Bexda û PKK weke berê nemane û ber bi xirabiyê ve diçin.

Fermandeyê pêşmerge li Şingalê da zanîn berî niha otombîlên cam reş û bê nimre yên PKK bi arazûya xwe hatinûçûn dikirin, lê niha hikûmeta Iraqê rê nade ti otombîleke bê hejmar û cam reş li wê deverê hatinûçûnê bike.

Ji aliyê xwe ve endamê encûmena qezaya Şingalê Hesen Elî ragehand ku, ew rêya bazirganî di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê berî niha ji aliyê Heşdî Şeibî ve vekirî bû û niha bi biryara hikûmeta Iraqê hat girtin.

Wî endamî aşkere kir ku, berî niha kelûpelên bazar ji Xanesorê dihatin Şingalê û xelkê bi rêyên ne yasayî karê bazirganiyê dikirin, niha xelkê Şingalê neçarin biçin Mûsilê, got jî ku, eger rêya Sihêla bo Şingalê bê vekirin rewşa bazriganî ya Ûingalê baştir dibe.

Qasim Şeşo got jî ku, eger PKK ji Şngalê ne derkeve tirsa wê yekê heye Tirkiyê ji bilî êrîên esmanî operasyoneke bejayî li ser Şingalê pêkbîne.

Basnews
Top