• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hin berpirsên Tevgera Goran gefa cudabûnê dikin

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Hin berpirsên Tevgera Goran gefa cudabûnê dikin
Hejmarek ji berpirsên Tevgera Goran daxwaza hilweşandina Civata Tevgerê dikin û didin xuyakirin ku hin ji berpirsên Goran nehêjayî postên xwe ne û ji bo wê mebestê yadaştek ji 23 xalan amade kirine.

Wan berpirsan ragihand, heger çaksaziyeke bingehîn di nav Tevgera Goran de neyê kirin, dibe ku ew hilbijartinan baykot bikin, yan jî bi yekcarî ji Tevgera Goran cuda bibin.

Sefer Ewberî ku yek ji wan berpirsên nerazî ye, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ev bûn sê sal wan pirojeyek amade kiriye û têde nexşeriya çaksaziyan diyar kirine û Kordînatorê Goran û Şaneya birêvebirina wê tevgerê jî haydarî wî pirojeyî ne.

Zelal jî kir, ku beşêk ji berpirsên Tevgera Goran ne bi hilbijartinan li bi damezirandinê ew post wergirtine û beşekî din jî bi girêbest hatine damzirandin.

K24
Top