Pisporekî îslama siyasî: Di hilbijartinên vê carê de partiyên îslamî yên Kurdistanê dê xilas bibin
Pisporekî îslama siyasî dibêje, di hilbijartinên vê carê yên Kurdistanê partiyên îslamî dê bi temamî biwerin.
Deng û alîgirên partiyên îslamî yên Kurdistanê, Komel û Yekgirtû, roj bi roj kêm dibin.
Lêkolînvan û pisporê îslamî siyasî, Fuad Mecîd Misrî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, partiyên îslamî zêde ne bi kok û reh in çimkî ew piştî serhildana sala 1991 dema xelkê Kurdistanê belengaz û hejar bû, wan dirav ji welatên derve distandin û bi wan diravan xwe li pêşiya çavên xelkê şirîn dikirin. Bi vî rengî gelek endam û alîgir ji xwe re kom kirin.
Fuad Mecîd Misrî her wiha got, lê sal bi sal rewşa Kurdistanê baştir bû û rûçkê wan yê rast ji xelkê re deşîfre bû. Bi vî rengî êdî di her hilbijartinekê de deng û alîgirên wan kêm bûn û gihîşt vê rojê.
Wî pisporê îslama siyasî da xuyakirin jî, xelkê Kurdistanê dema ezmûna îslama siyasî li Misr, Tûnis û Tirkiye û Sûdan û Lîbyayê dît, zanî ku armanca wan çî ye ji ber wê jî ji partiyên îslamî yên Kurdistanê dûr ketin.
Bi gotina wî pisporî, eger rewş bi vî rengî berdewam be di hilbijartinên bê de partiyên mîna Yekgirtû û Komel dê bi temamî biwerin û pêgeha wan jî di nav xelkê de namîne.
Basnews
