• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Meletî erdhej çêbû

Gulan Media April 10, 2022 Nûçe
Li Meletî erdhej çêbû

Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi dijwariya 5,2 rexterê çêbû.

Erdheja li Meletî îro 9ê Nîsna 2022yan demjimêr 17:02 çêbû. Bajarokê Şêro navenda erdhejê bû û kurahiya wê 6.72 kîlometre bûye.

Ji derveyî parêzgeha Meletî erdhej li parêzgehên Amed, Semsûr, Gimgim û Riha yên Bakurê Kurdistanê jî hest pêkirine.

Li gorî raporta saziya çavdêriya Qendîllî, dijwariya vê erdhejê 5.2 bûye û kurahiya wê 5 kîlometre bûye.

Parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş, diyar kir ku wan tîmên peywendidar bo herêmê şandine û xebatên lêkolînan dewam dikin û wiha got: "Heta niha ti agahiyeke neyînî me nebihîstiye. Ekîbên me xebatên xwe yên lêgerînê li qadan didomînin.

 

Rudaw

Top