• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amirî bo McGurk: Ew hikûmeta hun pêk bînin emê bi du mehan birûxînin

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Amirî bo McGurk: Ew hikûmeta hun pêk bînin emê bi du mehan birûxînin
Li gor ofîsa Serokê Hevpeymaniya Feth, Hadî Amirî di civîna li gel nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk destwerdana Amerîka di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de red kir, li gor daxuyaniyê eger Amerîka hikûmetekê li Iraqê pêk bîne, bi du mehan dirûxînin.

Li gor daxuyaniyê Serokê Hevpeymaniya Feth ji Brett McGurk ragehndiye ku, ew destwerdana Amerîkayê di pêkanîna hikûmeta nû Iraqê de qebûl nakin û tekez kiriye ku, ew hikûmeta ku Amerîkayê pêkanîne, emê bi du mehan de têk bibin.

Li gor medyaya Iraqê hewlên her du bereyên Ebadî, Sedr, Nûrî di mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de zêde bûne.

Basnews
Top