Talibanê bandoreke giran li jiyana jinên Efxanistanê kiriye
Li Efxanistanê guherîna desthilatê bandoreke zêde li ser jiyana jinên wî welatî kir û ew heta radeyeke zêde ji perwerde û kar bêpar man.
Fatîme Muhamedî jineke Efxanî ye û li bajarê Herate dijî ku dikeve rojavayê Efxanistanê. Berî ku desthilat têkeve destê Taliban, ew di nava hêzên serbazî de serbaza rêveber bû. Piştî hatina Taliban ew derfeta kar ji destê wê çû û niha li navendeke pîşeyî a Herateyê waneyan dide kesên xwedan pêwîstiyên taybet.
Serbaza berê yê Efxanî Fatime Muhamedî dibêje: “Dema desthilat guherî karê min jî ji destê min çû. Lê weke ciwaneke vî welatî berpirsiyartiya min heye ku ez bo civaka xwe kar û xizmeta wan bikim.”
Fatîme ya 22 salî ku zewiciye dayika zarokekî ye; heta sala 2017an bavê wê polîs bûye, lê piştre ji ber mînekê canê xwe ji dest daye.
Piştî wê Fatîme biryar daye ku di rêya bavê xwe de biçe û beşdarî hêza artêşê bûye.
Fatîme Muhamedî herwiha dibêje: “Ew tiştên min xeyal dikirin mixabin ji ber rewşa dawî pêknehatin. Lê hê jî hêviya min heye û li gor min her bidawîbûn destpêkeke nû ye."
Hêzên ewlekariya Efxanistanê di nav 20 salan de 83 milyar dolar bo rêkxistina xwe xerckiriye ku 3 hezarê wan jin bi giştî 180 hezar serbaz bûn.
Di meha Tebaxa sala borî de dema rêxistina Talibanê bû desthilat ev hêz têkşikiya.
Ji bo danûstandina ligel Talibanê û naskirina desthilata wê civaka navdewletî ji rêxistinê daxwaza parastina mafên jin û xwendina keçan dike.
Rudaw
