• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr bi şandeyeke balaya Rûsyayê re dicive

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Serokwezîr bi şandeyeke balaya Rûsyayê re dicive
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 30.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Pavel Sorokin Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê, Vladislav Baryshnikov Cîgirê serokê kompaniya Gazprom Neft û Konsulê giştiyê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê kir.

Di civînekê de, şandeya mêvan hevkarî, hevahengî û têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê û pêşkeşkirina hêsankarî û hevkariyan ji bo kar û çalakî û pirojeyên kompaniya yên rûsyayê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kuridstanê, bilind nirxandin û hêvî xwest ew hevkarî û têkelî berdewam bin û zêdetir xurt û berfirehtir bibin.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku bi armanca baştirkirina kar û pirojeyên kompaniyên rûsyayê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di warê enerjî û pêşdebirina girêbestên ku di navebra her du aliyand e hene, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hêsanakiriyan amade ye.

Serowkezîr got ku rewşa Herêma Kurdistanê di warê êkonomî de ber bi başî û geşbûnê diçe û vê yekê jî wisa kiriye ku bala sermayedarên biyanî bikşîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bona rêxweşkirin û hevkarîkirina kompanî û şirketên biyanî ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayegozariyên bikin amade ye.

Pêşdebirina têkeliyên dêrînên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê, bilind nirxandina kar û pirojeyên kompaniyên rûsya di warê enerjiyê de û nirxandina rewşa herêmî bi giştî, çend mijarên din yên civînê bûn.

Top