Dadgeha Elezîzê: Gotina ‘Bijî Kurdistan’ di çarçoveya azadiya derbirînê de ye
Dadgehê akademîsyenê Zanîngeha Firatê Hifzullah Kutum ku li ser hesabê xwe yê twîterê gotibû “Her bîjî Kurdistan” beraet kir. Dadgehê, parvekirin û gotinên Hifzullah Kutum di çarçoveya azadiya derbirînê de nirxand.
Dadgeha 2yemîn ya Sizayê Giran ya Elezîzê, biryar da ku parvekirinên Hizfullah Kutum ne tawan in û wî gotinên xwe û parvekirinên xwe di çarçoveya azadiya derbirînê de kirine.
Akademîsyenê Zanîngeha Firat ya Elezîzê Hifzullah Kutum, di salvegera destpêkirina têkoşîna Herêma Kurdistanê ya li hemberî rejîma Baasê li ser hesabê xwe yê twîterê gotibû; ‘Şoreşa Îlonê li Kurdan pîroz be, her bijî Kurdistan' . Hifzullah Kutum ji ber van parvekirinên xwe di 6ê Mijdara 2021an de li Elezîzê hat dadgehkirin û zindanîkirin lê di 10ê Mijdarê de bi merc hat azadkirin.
K24
