• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîkayê li ser peywendiya telefonî ya Barzanî û Pompeo daxuyaniyek belav kir

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Amerîkayê li ser peywendiya telefonî ya Barzanî û Pompeo daxuyaniyek belav kir
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê peywendiya telefonî ya Serok Barzanî û Mike Pompeo de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirine.



Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiya telefonî de ragihandiye ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêvajoyeke Iraqî ye, ku divê li gor dema destûrî birêve biçe û rengdana daxwaza dengderên Iraqê bibe.



Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê yekê kiriye ku Pompeo tekez kiriye ku Amerîka hêvî dike hikûmeteke bihêz bibîne ku hemû pêkhateyan li xwe bigre û xizmeta hemû xelkê Iraqê bike.



Êvara çarşemê 29-08-2018an Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo peywendiyeke telefonî bo Serok Mesûd Barzanî re encam da.



Roja 14ê vê mehê jî, ji Mike Pompeo peywendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gihiştibû.

Rudaw
Top