• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Emîdarê giştiyê Yekêtiya Zanîngehên Erebî dike

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Emîdarê giştiyê Yekêtiya Zanîngehên Erebî dike
Emîdarê giştiyê Yekêtiya Zanîngehên Erebî û wezîrê berê yê xwendina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta Misirê, Emro Îzet Selame, serdana Hewlêrê kir û roja pêncşemê 30.08.2018ê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Piştî wergirtina posteya serokatiya zanîngehên erebî, ev serdana bo Hewlêrê yekem serdana Emro Selame ye û piştî Hewlêrê ew dê serdana Bexdayê jî bike.

Serokwezîer Nêçîrvan Barzanî ji bo vê serdanê kêfxweşiya xwe nîşan da û berheviya hikûmet, zanîngeh û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û hevahengiyê bi Yekêtiya Zanîngehên Erebî re nîşan da û got ku ew giringiyê bi pêşxistina asta xwenidna bala û zanîngehan li Herêma Kurdistanê didin û ev yek ji karên pêşîneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Emîdarê giştiyê Yekêtiya Zanîngehên Erebî behsa serdnana xwe ya ji bo zanîngehên Herêma Kurdistanê û civînên bi serokên zanîngehan re kir û got ku ew li hember asta bilinda xwendina bala li çend xanîngehên Herêma Kurdistanî ecêbmayî bûye û diyar ku Yekêtiya Zanîngehên Erebî li ser hevkarî û hevahengiya bi wezareta xwendina bala û lêkolînên zanistî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam dibe.

Gotûbêjkirina ast û bernameya xwendina bala li zanîngehên welatên erebî û çewaniya pêşxistina wan aliyek din yê civînê bû.

Top