Kur û birazayekî rêveberekî Heşdî Şeibî hatin kuştin
Kur û birazayekî rêveberekî milîsên Heşdî Şeibî li başûrê Iraqê hatin kuştin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê duh 08.04.2022yê şer di navbera kesên nêzîk serokê milîsên Ceyşulmuxtar Wasiq Betat û hejmarek çekdarên li naverasta bajarê Mîsanê pêkhat.
Di encama wî şerî de kur û birazayekî Wasiq Betat hatin kuştin û birazayekî wî yê din jî bi giranî birîndar bû.
basnews
