Li New Yorkê Ala Kurdistanê hat bilindkirin
Li bajarê Binghamton a eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê li ber avahiya şaredariya bajêr alaya Kurdistanê hat bilindkirin.
Roja Îniyê 4ê Nîsanê Redwan Zêbarî endamê Encûmena Kurd li Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, bi mebesta rêzgirtina Newrozê û beşdariya civaka Kurdî ya li bajarê Binghamton a eyaleta New Yorkê di 1ê Nîsanê de bi amadehiya Serokê Şaredariya Binghamton Jared Kraham û hejmarek çalakvanên Kurd li ber avahiya şaredariyê, alaya Kurdistanê li kêleka alaya Amerîkayê hat bilindkirin.
Redwan Zêbarî diyar kir ku piştî Coronayê li New Yorkê yekem car pîrozbahiya Newrozê hat li dar xistin.
Serokê Şaredariya Binghamtonê Jared Kraham di pîrozbahiyê de anî ziman, ''Em ê bilindkirina alaya Kurdistanê bikin nerîteke salane û her sal di Newrozê de bilind bikin. ''
Alaya Kurdistanê du rojan li ber avahiya Şaredariya Binghamtonê ma û paşê hate rakirin.
Serokê Şaredariya Binghamtonê Jared Kraham di pîrozbahiyê de destnîşan kir ku ew ji beşdarbûna Kurdan a di nava civakê de kêfxweş in.
Jared Kraham got, ''Di çendîn salan de me azayetiya Kurdan dîtiye. Em ji beşdariya Kurdan a di civaka Binghamtonê de kêfxweş in ku beşdarî, xebat û çalakiyeke wan a mezin heye di nav bajêr de. ''
Redwan Zêbarî destnîşan kir ku li Binghamtonê 150 malbatên Kurd hene û her sal pîrozbahî û bîranînan li dar dixin.
Rudaw
